"Mamut Baran Pira stranên min e , ez ji Kaniya kilasikên Kurdî me"

Alî Baran

Hevpeyvîn: Seyitxan Kurij

Peyam:  Birêz Baran, hûn dirin xwe bi xwendevanên me bidin naskirin?Ez di sala 1956 li gundê Bargeni (Karabakir) e  ,ji bajarê Dersimê gundê           Hozatê hatime Dinya. Min hetta 7 saliye xwe Zimane Tirki nedizani  gava dest bi dibistanê kir 1963 Tirki hînbûm û 1969 çûm Elezizê dibistana navîn, piþtre  çûm  Liseyê. Ez dema xwendinê ketim nav þoresvanên Kurd û Tirkan. Di sala 1973an ku  Serleskerên Tirkan hatin li ser hikum û  Denîz Gezmîþ û Hevalên wî dardêkirin, min wê gavê di nav çepên xwendevanan da þûn girti û bi Welatparêz û ronekbiran re yek bûm, ji bo ku ew welatpêrez bûm, ez ji dibistana Lise hatim avêtin û xwendina minli Elezîzê hat qedexedikirin.

Bavê min Mahmut Baran min bir Almanyê, wê gavê ku ji xwendevan û ronekbir pir xort û keç hatin kuþtin, bavê min tirsiya û ez birim Almanyaye ba xwe. Li wê derê sal û nîv mam û min Bavê xwe û sitranên Kurdî  ji nêzik va naskirin, lé paþê vegeriyam welat û sala 1975 de dîsa çûm mekteba Lise û sala 1977 de min lîse xelaskir lê di nav þoresgeran da bûm, ji bo wê jî Polîsên dewletê min rehet bernedan, du sê car hatim girtin û berdan. Cara paþîn Li Amedê me Konserek çêkir û ez hatim girtin du mehan di Zindanê de mam û dîsa hatim berdan, paþê di dawiya sala 1978an  de min welat terk kir û dîsa hatim Almanya,

Di sala 1979an de li bajarê Karlsruhe min dest bi xwendina Universitê kir, lê min ji bo gelê xwe û azadiya Welat dev ji þoreþgerî û þoreþvaniyê berneda û tim diçûm þevan û þahiyan.

Di sala 1982an de li Tirkiyê rejîma serleþskerê Tirk "Cunta " hat ser hikum. Ez, Melîke Demirag û Þanar Yurdatapan û deh kesen din 13 kes ji hemwelatiya Türkiye hatin avêtin. Sûcê min bi zimanê dayika xwe Kurmancî stran gotin û dijî rejîmê di nav muhalifên çepê Tirk û Kurdan re berxwedayîn bû, lê ku Pasaporta mina T.C ji dest min girtin, ez mecbûr mam û ez bûm penaberê Almanyayê û min pasaporta Almanan girt.

  Peyam: Hunermend Baran Te kengî û çawa dest bi muzîka Kurdî kir? Di dema we de Kurdî gotin ewqas ne di rojevê de bû, çi li ser te tesîr kir ku , tu Kurdî bistrê?

Min berê heft saliya xwe dest bi muzikê kiribû, li ber  karikan min  tim dahollêdixist,sitran digotin (ev dahol ji kulikê bekmezê dayika min ji min re çêkir )Bavê min Mahmut Baran Ozanekî bi nav û deng bû. Di mala meda Keman, Saz û Cumbuþ tim hebûn,lê Kalikê min jî li Kemanê  dixist, kemaneki mezin, li Violîna mezin dida.Di mala me de tim Mêvan hebûn, dihatin û bavê min jî distra, dayika min jî li ser Qetlîama Dêrsimê distra. Di 1938an de di serhildana Dêrsimê de ji Mala me 23 kes Kuþtine. Navên me hemî navên wan e, dayika min ji me re tim qise dikir ku ew çawa bûbû, çawa þewitandibûn. Mala Seyid Turabî û Hesen sitranên ku Bavê min dibêji bi piranî liser Serhildana dêrsim in, ev li ser min pir tesir kiribû û min qet ji Tirkan hez nedikir, ji bo vê  ew welatparêzî bi min re çêbûbû.    Tu di þertên çawa de, di bin tesîra kulturek çawa de mezin bûyî? Kîjan hunermendan li ser te tesîr kiriye?.       

 Çawa min berê got, bavê min Mahmut Baran Hozanekî bi nav û deng bû û tesîra wî liser min pir e, sala 1963 diçe Radiyoya Anqerê bi zimanê Tirkî distrê lê zimanê wî Tirkî kêm e, Tirkî rind nizanîbû. Jê re dibên gerek tu bi  Tirki dersan bigre, lê Mahmut Baran ev qebûl nekir û sala 1965 çû Almanya û li bajare Heidelberg dest bi kardike.  Sala 1975 çû rahmetê lê kaset û CDyên  Mamud Baran hene. "Mamut Baran Pira sitranên min e , ez ji Kaniya kilasikên Kurdî me" lê tesîra  H.Cizrawî, A.Cizrawî. Meyremxan, Qaus Aga jî li ser min ma, ez wan bi zarokî  zanim ,Radyoya Bexdayê ,Iranê û Êrîvanê me tim û tim vedikir û guhdarî dikir.

 Cara ewilî tu li ku, li kîjan þevê peþdar bûyî û bi Kurdî sitran gotin, heta niha çend Kasetên te hene? Min li mekteba ewilî sitranên Tirkî digotin, sala 1968an min Tembûr lêdixist û sitran digotin. Kurmancî cara ewilî sala 1976 an li Hozatê-Dêrsimê di þeveke ku  Hevalên min ,þoreþgeran amade kiribû derketim sehnê û min Kurmancî  got, lê Polîsen li wêderê hicûmê sahnê kirin, dixwestin min bigrin, hevalên  min ezdi paþre revandim, paþê ez çûm hemû þevên derdorên Dêrsimê û Iskenderûnê, du caran çûm Îstanbolê .sala 1977an li Diyarbekir, di Sinema Dîlanê de di þevekê de Polîsan ez girtim û nêzikî 2 mehan di hepsê de mam û paþê ez berdam.  Lê ez reviyam min welatê xwe terk kir û Sala1978 hatim Evrûpayê, li Evrûpa  jî muzîka xwe dom kir. 1982an kaseta yekemin " Lo warê" çêkir û muzika profesyoneli dest pêkir . Sala 1984an kaseta xwe "Dere Hepisxan" ê  çêkir, di 1987an de kaseta sisiyan "Ey Dersimê " çêkir, bi vê kasetê Baran di nav gelê  xwe de pir deng da. Sala 1989an ´de kaseta çaran "Helebçe û Zindan" çêkir, di sala 1991ê de "Çene çene" çêkir û sala 1992an bi Pasaporta Alamani ,bi biyaniya Almana vegeriyam Türkiye û 1993an de kaseta þeþan "Deste ma"bi Arif Sag re çêkir, di sala 1995an de min kasêtek konzert  çêkir (ev bi Radyo û Televizyona Almanan re çêbûbû, ji bo Almanan e) Sala2000î  de kaseta “Evina Me”çêkir.

Li gor te huner û hunermendî çîye? Divê têkilîyên hunermend û politîka çawa bin? Hin hunermendên Kurdan hene, gava partîyan wan rê nede, ew naçin þevên Kurdan? Tu vê yekê çawa dinirxinî?

Di nav Kurd û çepên Tirkan de ew tiþt zûda heye û tiþtek wer li dinê tuneî. Hunermend çawa nav li sere, ew însan e, ku hunerekî peyda dike bi çavekî dinirxîne, tîne ber çavan.  Sûret, gotin, nivis, kar û bar.. hemî hunere. Lê ev tenê têr nake, gerek maneyekê jî bide mejiyê mirovan. Însan ji vî tiþtek fam bikin û hereketek, fikrek yan maneyek  bide insanan, wê gavê em dikarin bibên ew huner hunerekî pêþerojê ye, di warê þoreþgeriyê de, ji welatê xwe re xizmet dike û hunereke weha di nav polîtîkayê de þûn digre. Car caran rêberiya polîtîkayê jî dike, di polîtîkayê de perspektîvekê vedike.Polîtîkayek, maneyekî hunerê gerek hebe lê di nav gelekî de pir polîtîka û partî cîh dibin va tiþtekî normal e. Lê huner jî pirrengin û neqþ e, lê gerek huner jî pir be, ev jî normal e. Lê huner pi serê xwe tenê polîtîka nîne, huner bi firehî li dinyayê difikire.  Bi çavekî rexnekiriyê gerek mekeve xizmeta partiyan. Partî tên û diçin, yê ku dimîne huner e, sitranên me ne. Li nav Elewiyan Pîr Sultan, li nav Kurdan Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran yan jî Arif Cizrawî,Yilmaz Güney tenê ji bo siyasetan huner çênekirin, lê bê siyaset jî nîn in, ev di nav xwe de maneya siyasetekê dike û heye.Ez Kurdan qet ji hev cudatir nabînim, hemî ji bo min Kurd in. Lê ev Kurdên ku li dijî welatê xwe ne, Cahþên weha cuda dikim, é ku siyasetê li dijî welatê xwe dikin, ew Cahþ in û ez jî narim þevên van. Lê di nav siyasetên Kurdî de jî nabim xulamê kesî. Ez dixwazim hunerê xwe bi Azadî bikim û bêjim “ eger însanek di nav dilê xwe de bi  xwe Azad nîne, bila mebê ku ez ji bo azadî þer dikim” yan jî stranên xwe ji bo azadi dibêm mebe, ew hunermend, ew însan xwe dixapîne û ew girtiyê zîndanê ye.Di tevgera azadiya Kurdîstanê de, di pêþvebirin û azadkirina civatê de rola hunermendan û bi taybetî ji ya muzîkê çiye?Rola Hunermendan Pir û pire lê gerek hunermend þûna xwe bizane ,lê gerek li pêþiya siyasetê herin, gerek paþde nemînin, yê ku hunermend dibîne, siyaset nabîne, ew bi çavekî din dinyayê dibîne û di rexnekirina xwe de bi çavê siyasetvanan li dinyayê nanerin. Hunermendên Kurdan gerek bi þev û roj bixebitin, siyaseta dinê nasbikin û ji bo Kurdan jî dîtin û rexneyên xwe bêjin. Bi siyasetvanan re gerek em þer nekin lê xulamokên van jî nebin.Ji  bo wê karê me zor e. Ji bo azadiya welatê xwe em mecbûrin ku li ser xetekê bisekinin, lê ev xet ne dîtina siyasetekê be, ev dîtina hunermend be û ji bo welatê xwe perspektivekê bide. Muzik zimanekî serbixwe ye, ku ji dilde tê, di nav wî de xeletî nabe, xapandin tune, ew dilê kesên din nerm dike, dikelîne û fikr û ramanên xwe tîne zimên. Ê ku siyaset nikare tesîrbike, hunermend bi muzîk, avaz û gotinên xwe pêk tîne û pir dilê însanan diçelpîne û tesir dike. Siyaset taktîkan diki, dixapînin û derewan jî dikin lê huner wer nîne, rola huner car carek demek tê ku ji bombeya Atomê daha zêdetir li ser mirovan tesîr dike.Tu  þêweya muzîka xwe çawa dinirxînî?Muzîka min muzîka Kurdiya klasik e, otantik e û bi taybetî ez stranên Kurmancî û Zazakî çêdikim û dibêjim.  Lê beyt û semayên Alewiyan  li ser muzîka min pir tesîr kiriye. Ez stranên Siwaran, ê reqsê û dîlanan, ê dirok û gelêrî û lorikan tînim zimên. Car caran tiþtê modern jî min çêkirin, tekstên Cigexwin, Feqiyê Teyra, Melayé Cizîrî jî bi melodiyekê tînim zimên, car caran jî muzik heye Tekst tune,tekstan dinivîsim, wek Dilem loy loyHeta niha me li stranan zêde kar pê naniye, esas harmoniya muzîka me pir e, lê em li ser harmoniyê nesekinîne, em li ser melodiyan disekinin, ev kemasiyek me hemû hunermendên Kurdan e. Lê em li ser harmonî û zêde deng çêkin lê gelê me ji me fam nake û amade jî nîne.  Gel hetta niha di nav þer daye, istiqrar di nav rewþa Kurdan de tune û xwendin di nav Kurdan de kêm e. Krîtîkên muzîka Kurdan jî kêm in.  Aborî û rewþa Kurd tim xirab e, azad nîne, ji bo wê gelê me pêþde neçûye ku muzîka xwe jî pêþde her. Hetta niha T.V. Radyo, nivîs kêm bû, dixweztin em Tenbûra xwe bigrin destê xwe û Ji wan re lorikan bistirên,ji bo wê jî em nikarin zêdetir tiþtan çêkin. Gelê meyê Kurdistana baþûr di aliyê muzîkê de ji Kurdên Turkiyê pêþde ye. Kurdên Turkiyê hîn jî Ibo, Mahsun guhdarî dikin, muzîka me bi salan qedexeye, wan hunermendan sitranên me bi zimanê Tirki digotin. 2 kasetên min hatin qedexe kirin, ez bi salan nikarîbûm biçim Kurdistanê, lê ewê ku dixwazin peran qezenckin, muzîka me ya Kurdî xira kirin. Gurup Kizil Irmak, Kardes Türküler, F.Baþkale û daha pir kom u Stranbêjan Kilamên min xira kirin.Gelek hozan an jî komên Kurdan muzîka nûjen bikartînin, lê mixabin gava mirov li wan guhdarî dike, bêhna muzîka Kurdî jê nayê; mirov nizane bê ew muzîka Kurdî ye yan na. Ji ber ku otantîzma muzika Kurdî, ruhîyeta klaman wenda nabe, divê muzika Kurdî xwe modernîze bike, an jî pirdengî be?  Çawa min go gerek Kurd jî bighêjin muzîka dinyayé lê gerek bingeha muzîkê  Kurdî be.Însan gava guhdarî kirin, bêjin ha wa muzîka Kurdî ye. Mesela muzika Çînan, Evrûpayiyan an ya Yunaniyan belû ye, divê ya me jî belû be. Karekterê xwe biparêze, nasname –hemwelatiya  xwe hebe, wek gelê xwe ew jî karekterê xwe biparêze, lê harmonî yan jî pir dengî jî hebe. Dinya Global e, Rok-Cez u Bluza Kurdî jî divê hebe, zerar nîne lê ritm û melodiya  Kurdî  winda nebe, bina Kurdî ku nebû tenê qiseyê Kurdî gotin nabe muzika Kurdî.Jîyan dînamîk e, diguhere, her ûsa karê we yê muzîkê jî ne statîk e, yanî ne wek destpêk e. Di muzîka te de çend merhele hene? Tu vê pevajoya karê xwe yê muzîkê çawa dinirxinî?

 Ê raste, em nikanin stranên xwe yê ku berî 20-30 salî berê çêdikir û digot dom bikin, gerek em stranekê ji Arifê Cizrawi ji nûde çêkin û bêjin. Lé bi rengekî nûjen û modern, ne wek berê texlîta A.Cizrawi bikin û em nikarin bibên dinya guherî û em jî wek muzîka dinyayê çêkin û muzîka Kurdî biguherin wek Inglizî bêjin, ev þaþ e. Dinya global e, gelê dinyayê nêzîkî hev dibin lê herkes bi rengên xwe û zimanên xwe tên naskirin. Kes Kultur û rengên xwe bernade, ev dibe asîmîlasyon, ez li dijî wê me

Li gorî te îro muzîka Kurdî di çi rewþê deye?  Di þertên îroyîn de muzîkek bi çi hawayî divê?Muzîka Kurdî vê gavê îmkana xwe peyder pey çêdibe,îmkan û þertên muzîka me ê were giran giran çê bibe. Bingeha muzîka Kurdî bingehekî kevn û devlemend e, lé bi salane qedexe û îmkan dest nedida.Lê  hêdî hêdî berbi azadiya welat ve îmkan çêdibin. Promotiona muzîka me heta niha tunebû. Kurdên meyên dewlemend têda kar pê naynin. Ji bo wê jî ew sektorek mirî didîtin. Lê bi azadiyê ve hatiye girêdan.  Eger ev Kurdên dewlemend ên ku dixwazin peran qezenckin dest bavêjin û îmkan bidin hunermendên Kurd, TV û Radyoyên Kurdan zêdebin, îmkanên me jî zêdetir dibin. Vê gavê li Kurdistana Turkiyê bazara wê xira kirine. Li Kurdistana parçeyê Îranê îmkanên wan tune, ê baþûr ev îmkan zêdetir e. Li Sûriyê ji bazara wê kêm e, 20 milyon li Tirkiyê ye, esas bazar jî di wirde hebû. Vê gavê xirabû, kete destê Tirkan. Ew tim qedexe dikin û astengiyan derdêxin,korsan derdêxin.Di piraniya dewletan de rêxistinên hunermendan henin, mafê hunermendan diparêzin. Çima hunermendên Kurd nikarin werin cem hev , pirsgirêkên wan çine?Eger Kurdistan çênebe beþê muzikê jî vek wekîlek me neparêze, ev otorîta muzîka Kurdî nebe, halê me xirab e. Ji bo ku otorîteyek tune, yanî vek GEMA yek yan jî Edîsonek nîne ku muzika Kurdî biparêze. Gerek ev Partî û Komel  pêþiya hunermendan negrin, astengiyan rakin û alîkariya wan bikin. Ji bo muzîka Kurdî divê hunermend û berpirsiyarên Partî topî hevbin.  Edisonek-wek fîrmayekê çêkin ku bikanibin stran, kilam, lawik, dilokên Kurdî biparêzin. Kilamên me dîroka me ye, dirok jî ya hemû gelê Kurd e. Gerek em li ser wê yek bin. Ziman, ax, dîrok, muzîk û ala Kurd ê me hemû Kurdan e. Gerek li ser wan 5 sertan em yekbin.Di dîroka hunermendiya Kurdan de hunermendên Wek M.Arîf Cîzrawî, Kawis Axa, Hesen Cîzrawî, Tehsîn Taha, Hesen Zîrek, Elî Merdan, Meryem xan, Ayþe Þan û yên din giyane. Di roja îroyin de hunermendên ku di þopa wan de ne, an jî hunermendên ku mirov bikaribe bi wan re miqayese bike hene?Hûn Rojnamevan gerek vê pirsê ji min nekin, ji gelê me bikin û binivîsinin.  Gelê me çi dibê ew rast e. Ez nikarim li vir bêjim tenê ez û ez û disa ez, hene hene lê ez naxwazim navên wan bêjim, gelê me zaneBirayê Baran di pêþerojê de çi planên te hene?Vê gavê ez li ser Kasetekê-CD muzikê dixebitim, dixwazim zedetir  li welat biminim. Evrûpa ji bo min xelas bû. Ez li vir wekî girtiyekî zîndanê me, berê em mecbûr bûn li vir bimînin lê niha em dikanin herin welatê xwe. Ji bo vê ez dibêm gerek em li ser axa xwe bimirin, ez naxwazim  li xerîbistanê herim goristanê.Ji we re zor sipas, gelek memnûn bûm û ji hemû xwendevanên Peyamê re silav û rêz 

Not: Ji “Peyama Kurd” hatiye girtin